Turk: Hikûmet li ser dijminahiya Kurdan siyasetê dike

Hevserokê Şaredariya Merdînê Ehmed Turk yê kar hatiye dûrxistin radigihîne, Hikûmeta Tirkiyê hemû riyên dîyalogê ji bo daxwazên Kurdan girtine.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê Şaredariya Merdînê Ehmed Turk yê kar hatiye dûrxistin radigihîne, Hikûmeta Tirkiyê hemû riyên dîyalogê ji bo daxwazên Kurdan girtine.

Ehmed Turk di daxuyaniyekê de ragihand, Hikûmeta Tirkiyê bi êrişên xwe yên ser gele Kurd eşekere dike ku hemû riyên dîyalogê ji bo çareserkirina pirsa Kurd girtine.

Bal kişand ser hizra danana Qeyuman û diyar kir, di nav her şert û mercê de ewê tekoşîna xwe mezintir bikin û dest ji mafên xwe yên azadiyê bernadin.

Ehmed Turk amaje bi wê kir, dewlet ketiye bin kontrola MHP û Kesayetên wek Wezîrê Navxwe Suleyman Soylu ku li ser dijminahiya Kurdan siyasetê dikin.

Hevserokê Şaredariya Merdînê Ehmed Turk yê kar hatiye dûrxistin got: Hikûmeta Îro siyaseteke qirêj li dijî Kurdan birêve dibe. Ta ew kesayetên wek Seroka CHPê ya Stenbolê Canan Kaftancioglu jî, ji ber ku behsa mafê Kurdan kiribû, hatiye sizadan.

 

S. B