Polîsan li Diyarbekrê 20 jin binçav kirin

Komek jin bi armanca piştevaniya çalakiya birçîbûnê ya Leyla Guven li pêş zîndana Diyarbekirê xwepêşandan darxistin. Polîsan êrişî jinan kir û 20 kes hatin binçavkirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Komek jin bi armanca piştevaniya çalakiya birçîbûnê ya Leyla Guven li pêş zîndana Diyarbekirê xwepêşandan darxistin. Polîsan êrişî jinan kir û 20 kes hatin binçavkirin.

Di roja 74emîn ya çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven de, tevî parlamentera HDPê Remziye Tosun, komeke jin xwestin li pêş zîndanê Diyarbekirê ku Leyla Guven têde ye, çalakî darbixin. Lê polîsan rê nedan û êrişî jinan kir. Li gor agahiyan polîsan gelek jin ji erdê hatin kaş û 20 kes jî binçav kirin.

Parlamentera HDPê Leyla Guven, bi armanca rakirina tecrîda ser Rêberê PKKê Ebdula Ocalan, beriya 74 rojan destbi greva birçîbûnê kiribû. Her çend beriya heftiyekê birayê Ebdula Ocalan pê re hevdîtin kiribe jî, Leyla Guven çalakiya xwe bidawî neanî bû.

 

 

C.B