HDP teqîna Pasûrê şermezar dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Partiya Demokratîk a Gelan HDP teqîna Pasûrê şermezar dike.
Hevserokên HDPyê Perwîn Buldan û Sezaî Temellî di derbarê teqîna Pasûrê de daxûyaniyek belav kirin û bûyerê bi tûndî şermezar kirin. Hevserokên HDPyê dixwazin bûyer ji her aliyê ve were zelal kirin û berpirsên teqînê werin eşkerekirin. Lê piştî teqînê bi ser de girtina mala hevşaredarê wan ê Pasûrê û Serokê şaxa partiya wan amaje wê yekê ye ko lêpirsînek ciddî nayê kirin û tê xwestin hişmendiyek dijî HDPyê were dirûstkirin.
Di teqînê de, ku bi bombeyek çandî hate encamdan. 7 gundiyên deverê jiyana xwe jidest dan. 10 hevwelatî brîndar bûn, ku ya çend kesan ji wan brînên giran in.
Piştî teqîna Pasûrê rêvebirên Tirkiye û Serokê CHP Kemal Kiliçdaroglu PKK bi teqîn tometbar kirin, lê heta niha ji alî PKK vet u daxûyanî nehatine dan.
C.B