Efrîn.. Çekdarekî bi guleyê kalemêrekî 80 salî kuşt

Li navçeya Mabeta ya Efrînê kurê çekdarekî Cebhe El-Şamiyê kalemêrekî Kurd ê 80 salî gulebaran dike û dikuje.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li navçeya Mabeta ya Efrînê kurê çekdarekî Cebhe El-Şamiyê kalemêrekî Kurd ê 80 salî gulebaran dike û dikuje.

Jêderekî ji navçeya Mabeta ya Efrînê ji K24ê re da zanîn, duhî li navçeya Mabeta dema kalemêrê 80 salî Elî Qelender miyên xwe li nava zeviyê xwe diçêrand, Kurê çekdarekî ji grûpa Cebhe El-Şamiyê guleyek avête Elî Qelender û ew bi giranî birîndar kir.

Wî jêderî da zanîn, gule li piştî wî kalemêrê 80 salî ket û ji ber giraniya birînên wî, nexweşxaneyên Efrînê nekarîn rewşa wî çareser bikin, loma ew ji bo nexweşxaneyeke Tirkiyê hate veguhastin. Îro jî canê xwe jidest da.

Wî jêderî amaje bi wê yekê jî kir, Piraniya niştecihên navçeya Mabeta ji Kurdên Elewî ne, loma xelkê wê carekê ji ber Kurdbûna xwe û careke din ji ber Elewîbûna xwe rastî tawanên grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve tên.

Berî çend rojan jî mîlîşyayên çekdar bi armanca gerîna li şûnwaran mezargeheke Kurdên Elewî yên Efrînê li navçeya Mabeta û gorên li derdora wê şikandin û vedan.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên alîgirên Tirkiyê di 18ê Adara 2018an de, tawanên grûpên çekdar bi serê welatiyên Kurd ve bi awayekî rojane tên kirin.

 

S. B