Serok Barzanî 13mîn Pêşangeha Navdewletî ya Hewlêrê ji bo Pertûkan vekir

Îro 10/10/2018an, 13mîn Pêşangeha Navdewletî ya Hewlêrê ji bo Pertûkan, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve hat vekirin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Îro 10/10/2018an, 13mîn Pêşangeha Navdewletî ya Hewlêrê ji bo Pertûkan, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve hat vekirin.

Di pêşangehê de, wê bêtirî 250 dezgehên çapkirin û weşanê, bi bêtirî 700 hezar pertûk beşdarî bikin ku bi çendîn zimanan hatine nivîsandin.

Pêşangeha Navdewletî ya Hewlêrê ji bo Pertûkan, ji îro 10 mehê ve û heya 20ê vê mehê wê berdewam be û nêzîkî 35 welat bi riya 250 dezgehên çapkirin û weşanê têde beşdar dibin.

Beşek ji wan dezgehên weşanê, ji welatên dûr hatine û didin xuyakirin, ku wan ezmûnek li gel xwendevanên Kurdistanê peyda kiriye.

Ji aliyê xwe ve rêkxerê Pêşangeha Navdewletî ya Hewlêrê ji bo Pertûkan Ihab Qeysî ji Kurdistan24ê re ragihand: Ev 13mîn car e, em pêşangehê vedikin û yazde rojan wê berdewam be, salane em ji sê heya çar çapxaneyan li pêşangehê qedexe dikin, ji ber ku berhemên hander ji bo tundiyê difroşin, îsal jî me rê neda ti pertûk ji wî corî derbasî pêşangehê bibe.

N.O