Davutoglu: Ji hevpeymaniya AK Partî – MHP dilgiran im!

Davutoglu got: Ez ji hevpeymaniyê dilgiran im. Min ev dîtina xwe ligel Erdogan jî parve kir, min got: Ev hevpeymanî wêneyê AK Partî xera dike, têk dide…

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê berê yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu, liser mijarên xwe yên rexnegîr beramberî AK Partî,  hevpeyvîn ligel bernameya “Bide bunu izle” ya Youtube kir û egerên rexneyên xwe anîn ziman.

Davutoglu diyarkir, ku Serokomar Erdogan di dema xwe de ji wî re gotiye: Tu tenê wekî Serokwezîr xuya bike, lê erkên wê bicîh neyîne. Davutoglu destnîşan kir, ku wî nekarî karek weha bike û wijdana wî hî dest ne dida. Jiber vê yekê, dest ji Serokwezîriyê berda.

Liser Hevpeymaniya AK Partî – MHP, Davutoglu got: Ez ji hevpeymaniyê dilgiran im. Min ev dîtina xwe ligel Erdogan jî parve kir, min got: Ev hevpeymanî wêneyê AK Partî xera dike, têk dide…

Di raya giştî ya Tirkiye de tê axaftin, ku Davutoglu di amadeyiya pêkanîna Partiyek Nû de ye.

 

 

 

C.B