Serdana şanda parêzgeha Duhokê bo perlemana Herêma Bakurê Rayn

Partîyên sîyasî û kesatîyên Elmanîyayê ji nêzîk ve rewşa Herêma Kurdisatnê di şopîin û radigeînin ku şerê ku Kurdan dijî terorê encam dane û vehewandina wan bo aware û penaberan dengvedanek mezin hebûye. Parêzgarê Dihokê jî li Elmanyaye û çend dîdar encam daye.

K24-Elmanya

Partîyên sîyasî û kesatîyên Elmanîyayê ji nêzîk ve rewşa Herêma Kurdisatnê di şopîin û radigeînin ku şerê ku Kurdan dijî terorê encam dane û vehewandina wan bo aware û penaberan dengvedanek mezin hebûye. Parêzgarê Dihokê jî li Elmanyaye û çend dîdar encam daye.

Serokê Fraksyona SPD li Perlemanê Herêma Bakurê Rayîn pêşwazî li parêzgarê Duhokê kir , yê ku çendîn hevdîtin  li ser astên siyasî û hukûmî li herma Bekurê Raynê ya Elmanya pêk anîn. serokê fraksyona Parta Sosyalên Demokrat di perlemana wê herêmê de bi serbilindî behsa deverek biçûk weke herêma Kurdistanê kir ku ewqas barê mezin rakirî.

Tomas Kutschati - Serokê Fraksyona SPD li Perlemanê Herêma Bakurê Rayîn, got:Ez gelek dilxweşim parêzgar hatîye ba me û me gelek agahî bi hev guhertin . min gelek zaniyarîyên nû derbarê hukumet û welatê wan wergirtin . Deskeftên hêja bi kedeke qehremn bi dest xistine ,bi taybet di mijara wergirtina penabearan ku bi rastî em xwe biçûk dibînin beramberî wê qurbanîdanê .gelek girînge em wek Europî aklîariya wan bikin û bi gihînin ciyê pêwîst.

Pirsên herî grîng weke penaber û qunaxa piştî şerê Daîşê û weberhênanê mijarên civînan bun û çend tiştên sembulîk ji berhemên Kurdistanê weke diyarî hatin pêşkêş kirin .

Di hevdîtineke din ya şanda Dihokê li gel wezîrê koçber û malbatan yên heman herêm, wezîr bi xew bi dilovanîya xelk û hukûmeta Kurdistanê ecêb mabû .

Jochaim Stamp - wezîrê Kar û Barên Penaber û Mlbatan li Herêma Bakurê Rayn, got: Em di xwazin gelek caran birêz Parêzgar bibînin, ji ber wê jî em gelek girîng dibînin ku Herêma Kurdistanê bihêz û îradek mezin pêş dikeve .Em baş dizanin ew hejmara mezin ya penaberan ji qehremanîyeke mezin hatîye, ne bi tenê wesa ya girîngtir gelek qurbanî di şerê dijî terorê de dan ,ew ciyê serbilindîyê ye bo me .

Serokê perlemana herêma Bakurê Raynê bi fermî ala Kurdistanê li ser masa hevîtinê danî û bi ser bilindî Hêmaya herêma xwe pêşkêşî parêzgeha Duhokê û Kurdistanê kir .