PDK karnevaleke mezin saz dike

Îro 25.9.2018 bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî karnevaleke cemawerî ya mezin li bajarê Hewlêrê Paytexta Herêma Kurdistanê birêve diçe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro 25.9.2018 bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî karnevaleke cemawerî ya mezin li bajarê Hewlêrê Paytexta Herêma Kurdistanê birêve diçe.

Kernevala cemawerî ji bo piştevanîkirina lîsta 183 ê Partiya Demokrat a Kurdistanê bo hilbijartinên parlemantoya Kurdistanê ye û hevdem e bi salvegera Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ye ku berî salekê birêve çû û nêzîkî ji sedî 93 ji xelkê Kurdistanê dengê “Belê” da serxwebûna Kurdistanê.

Kerneval cemawerî li yarîgeha Fransiwa Herîrî birêve diçe û tê pêşbînîkirin bi dehan hezar kes ji bo piştevanîkirina li lîsta 183 ê PDKê û bîranîna referandûma serxwebûna Kurdistanê beşdar bibin.

Beşek ji kesên li cihê kernevalê kom bûne ji peyamnêrên K24ê re gotin: “Rojeke dîrokî ye, ku sala bûrî li vê yerîgehê me guhdariya gotara Serok Barzanî ya derbarê referandûmê de kir. Bi heman çoşê jî çaverê ne guhdariya gotareke nû ya Serok Barzanî bikin, box elk piştevaniyê li lîsta PDKê bike û deng bidin berbijarên PDKê.”

 

 

S. B