HSD daxwaza vekirina riya M4 ji Amerîka û Rûsya dike

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) radigihîne, wan dubere belavkirina hêzên xwe temam kirine û daxwaz ji Amerîka û Rûsyayê dike, agirbestê biparêzin û kar ji bo vekirina riya navdewletî M4 bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) radigihîne, wan dubere belavkirina hêzên xwe temam kirine û daxwaz ji Amerîka û Rûsyayê dike, agirbestê biparêzin û kar ji bo vekirina riya navdewletî M4 bikin.

Peyvdarê HSDê Kîno Gabriyêl di daxuyaniyekê de ragihand, HSD û Hevpeymaniya Navdewletî ji bo operasyonên li dijî şaneyên razayî yên DAIŞê, peydakirina ewlî û aramiyê, parastina xelkê û parastina kêlgehên petrolê, dubare belavbûna hêzên li navçeyên Heseke , Qamişlo, Dêrikê û Dêrazorê temam kirine.

Peyvdarê HSDê tekez dike, parastina aramiyê li bakurê rojhilatê Sûriyê pêwîst dike, her du dewletên gerentîkar ên agirbestê (Amerîka û Rûsya) kar bo agirbesteke giştgîr û vekirina riya navdewletî M4 li pêş rêwiyên sivîl bikin.

 

S. B