Perlemana Kurdistanê li dijî piroseya bi erebkirinê radiweste
K24- Hewlêr
Şandeka perlemana Kurdistanê bi armanca rêgirtinê ji bi erebikirin û bicihkirina madeya 140 diçe Bexdayê û berî biçe jî, raportekê li ser dagîrkarîyên Erebên Hawirde û pêşêlkarîyan tomar dike û radestê perlamana Îraqê dike.
Endameka Komîteta deverên Kurdistanê, pilaneka hikumeta Îraqê bo deverên Kurdistanê aşkera dike û bi metirsîyeka mezin dizane bo ayîndeya wan deverên ku navên wan dihîne.
Perlemana Kurdistanê bi rêya nivîngehên xwe yên derveyê rêveberîya Herêma Kurdistanê raportekê li ser dagîrêyan made dike û piştî temambûnê; wê raportê dê bidin Perlemana Îraqê.
Ev endama komîteya deverên Kurdistanî berfirehbûna karên dagîrkirin û bi erebkirina deverên Kurdistanê bo wê yekê divegerîne ku dema serjimêrîyê û hilbijartina Civata Parêzgehan nêzîk bûne.
Komîteya Deverên Kurdistanî yên li derveyê Herêma Kurdistanê bi armanca rê girtinê ji bi erebkirin, dagîrkirinê û bicihkirina madeya 140 dê biçin Bexdayê, lê dema çûna wan dîya nîne.
Ev Komîte bicihkirina madeya 140 û serjimêrîyê bi çareser dizani û dibêjin: pişkek ji van bûyeran ji encama sedemên sîyasî ne û daxwaza danpstandinan dikin di navebra Hewlêr û Bexdayê li ser evê pirsgirêkê.
Piştî bûyerên 16yê Oktoberê, pişkek ji Kurd û pêkhateyên sinûrê deverên Kurdisatnî yên derveyê rêveberîya Herêma Kurdistanê ji alîyekê ve Erebên Hawride zevîyên Kurdan dagîr dikin û ji alîyek din çekdarên Daşê gefa