Latîf Epozdemîr bû serokê nû yê HAK-PARê

Partiya Maf û Azadiyan (HAK PAR) 8emîn kongreya xwe lidar xist.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Li Tirkiyê Partiya Maf û Azadiyan (HAK PAR) ku 17 sal berî niha di nava siyaseta Tirkiyê de weke partiyeke Kurd cihê xwe girtiye li Enqera paytexta Tirkiyê 8emîn komgreya xwe ya asayî lidarxist. Di kongreyê de pêşeng û rêberên Kurd ku di têkoşîna azadya Kurdistanê de canê xwe ji dest dane hatin bibîranîn li gel serok û rêvereên nû rêziknameya partiyê jî hate guherîn. Siyasetmedarê beşdarî kongreyê bû diyarkirin ku pêwîste êdî li bakur polîtîkayeke aqilana û rasyonal bê meşandin. Rêveberên partiyê jî diyarkirin ku ew ê sistema Tirkiyê biguherînin û bibin alternatîfek.

Partiya Maf û Azadiyan (HAK PAR) ku di sala 2002an de li bakurê Kuristnê û Tirkiyê bi armanca bi temamî azadiya Kurd û Kurdistanê hatiye, Li Enqera paytexta Tirkiyê 8emîn Kongreya Xwe ya Mezin a Asayî li dar xist. Rêveberên partiyên siyasî yên herêma Kurdistanê û û hejmarek zêde alîgir û endamên HAK PARê beşdarî vê kongreyê bûn. Di kongreyê de wêneyên pêşeng û rêverên Kurd yên ku ji bo azadiya Kurd û Kurdistanê canê xwe ji dest dane û wêneyê siyasetmedarê Kurd Ebdulhamît Hecî Derwêş ku çend roj niha canê xwe ji dest dabû hatin daliqandin.

Siyasetmedarê Kurd Îbrahîm Gûçlû ku beşdarî Kongreyê bû diyar kir ku li bakurê Kurdistanê siyaset xitimiye û pêwîste hemû parti polîtîkayên rasyonl bidin pêşiya xwe.

Siyasetmedar Îbrahîm Gûçlû ji K24ê re got: “Problema siyaseta Bakurê Kurdistanê bes problem di HAK PARê de nîne. Bi tevahiya siyaseta bakurê Kurdistanê de problemekî mezin heye. siaseteke kul i feydeya gelê Kurd tê emşandin tune ye. Zêdetir aqlekê komî û partîcîtî tê meşandin. Divê ku Kurd êdî meseleya xwe zilal bikin gelo yan dê bakurê Kurdistanê bi şerê çekdarî van meseleyan çareser dibe vê çaxê li gorî vê xwe dizayn bike. Îro xebateke demokratîk, aşitîxwaz bê îtaatkarî, mafê millî Kurdî, aqilana û rasyonale bê meşandin.”

Di vê kongreyê de Serokê heyî Refîk Karakoç, cîgirê serokê partiyê Latîf Epozdemîr û endamê partiyê Necatî Bayram weke namzedên serokatya nû ya bo partiyê hatin nîşandan. Lê piştî çend guherînên di rêziknameyê de Serokê berê ya HAK PARê Refîk Karaçok ku bûbû namzed ji namzediyê vekêşiya û di dengdayîna navbera du namzedan de Latîf Epozdemîr weke serokê nû yê HAK PARê hate hilbijartin.

Serokê HAK PARê yê nû Latîf Epozdemîr ji K24ê re got: “Li Tirkiyê, sedem gorankariya yasayên destûrê, heqê beşdarbûba HAK PARê di hilbijartinan de qut bû. Me niyete yek, careke din em vê heqî bi dest bixin. Ya didiuym me divê ku HAK PARê nava odeyên tarî derxin bibne ronahîya gel. Ya sisêyan HAK PAR ronahiyeke ji bo bindest û reben û belengazên Tirkiye. Ew kîn e pêşî hemû kesê milletê Kurd e. Me divê bi rêya HAK PARê em sistema Tirkiyê biguherînin bi şêwazekî aştiyane û demokratîk.”

HAK PAR ku di hilbijartinên 24ê Hezîranê yên Parlementerî û di hilbijartinên 31ê Adarê yên herêmî de nikaribû wek partî beşdarî hilbijartinan bibe, bi namzedn serbixwe tenê çend bajarên bakurê Kurdistanê ketibû Hilbijartinan. Serokê û rêveberiya nû ya HAK PARê ragihand ku evê hemû deveran xwe birêxistin bikin û bikevin hilbijartinan