Wezîrên berevanî yên Tirkiye û Amerika civiyan

Li gor agahiyan, Akar li Brukselê bi Wezîrê Berevaniya Amerîkayê bi wekalet Mark Esper re civiya

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê û Wezîrê Berevaniya Amerîkayê bi wekalet li Brukselê civiyan.

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar, di çarçoveya beşdariya civîna Wezîrên Berevanî yên endamên NATOyê de çû Brukselê.

Li gor agahiyan, Akar li Brukselê bi Wezîrê Berevaniya Amerîkayê bi wekalet Mark Esper re civiya.

Wezareta Bervaniya Tirkiyê da xuyakirin, di civînê de behsa girîngiya berdewamiya diyaloga aliyan hatiye kirin.

Hat destnîşankirin, aliyan li ser rewşa Sûriyê, projeya firokeyên F-35 û pêwendiyên du alî danustandin kirin e.

 

 

C.B