ENKS daxwaza aktîvbûnê ji Civaka Navdewletî dike

Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê daxwaz ji Civaka Navdewletî dike, proseya siyasî li Sûriyê aktîv bike û çareyek siyasî ji rewşa Sûriyê re bibîn e

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê daxwaz ji Civaka Navdewletî dike, proseya siyasî li Sûriyê aktîv bike û çareyek siyasî ji rewşa Sûriyê re bibîn e.

Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê di daxûyaniyekê de teqînên li  bajarên Efrîn, Qamişlo û Hesekê şermezar kir û tekez kir, ku ew teqînên terorî û kesên li pişt teqînan nagihin armancên xwe. Daxwaz ji Civaka Navdewletî û Neteweyên Yekgirtî kir proseya siyasî li Sûriyê çalak bike û çareyek siyasî ji rewşa Sûriyê re bibîn e, ji bo avakirina Sûriyayek demokratîk - yekgirtî ji bo hemû welatiyan, ku baştirîn rê ye, ji bo jinavbirina terorê û ziwakirina çavkaniyên wê.

ENKS herweha daxwaz ji pêkhateyên navçeyê kir, ku hişyar û hevkarbin, ji bo rûbirûbûna terorê û parastina aştiya sivîl.

 

 

 

C.B