HSD nûçeyeke medyaya Tirkiyê red dike

Şer û pevçûn li derdora Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê berdewam e. Medyaya Tirkiyê kontrola wî bajarî belav dike, lê HSD radigihîne, ta niha tevahiya Serê Kaniyê di bin destê wan de ye.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Şer û pevçûn li derdora Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê berdewam e. Medyaya Tirkiyê kontrola wî bajarî belav dike, lê HSD radigihîne, ta niha tevahiya Serê Kaniyê di bin destê wan de ye.

Şanderê K24ê li Qamişlo li ser zarê fermandarên HSDê da zanîn, şer li taxa Pîşesaziyê ya Serê Kaniyê berdewam e, çekdarên mîlîşyayên ser bi Tirkiyê ve çend caran hewl dan wê taxê kontrol bikin, lê nekarîne û ta niha tevahiya wî bajarî di destê HSDê de ye.

Amaje bi wî kir, ji bilî çend gundên Serê Kaniyê, ti cihekî din neketiye destê çekdarên mîlîşyayan de.

Diyar kir jî, beşeke mezin ji xelkê Girê Sipî û Serê Kaniyê koçber bûne, lê Qamişlo bi berawirdkirina her du rojên yekem û duyem, niha aramtir e.

Derbarê rewşa Girê Sipî de jî, şanderê K24ê da zanîn, şer û pevçûnên giran rû didin û cihên ku HSDê jidest dabûn, karîn careke din vegerîne.