Sûriye: Tirkiye sozên xwe yên Soçî û Astana bicîh neanî

Hikumeta Sûriyê radighîne, parastina navçeya kêmkirina şer, bi bidawîhatina dagîrkeriya Tirkiyê ji beşeke xaka Sûriyê dibe

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikumeta Sûriyê radighîne, parastina navçeya kêmkirina şer, bi bidawîhatina dagîrkeriya Tirkiyê ji beşeke xaka Sûriyê dibe.

Nûnerê Sûriyê li Netewên Yekgirtî li civîna Civata Asayişa Navdewletî, ku di derbarê rewşa Îdlibê de hatibû encamdan ragihand, rêkeftina kêmkirina şer li Îdlibê demkî ye û divê her kes bizane, ku parastina wê rêkeftinê, bi bidawîkirina Tirkiyê ji dagîrkeriya xaka Sûriyê û rawestandina piştevaniya xwe ji grûbên çekdar re dibe.

Beşar Ceferî ragihand jî, Desteya Tehrîr El-Şam pabendnebûn a Tirkiyê bi sozên xwe li Soçî û Astana wek derfet dît, ku parêzgeha Îdlibê bikin bin kontrola xwe de, û divê Civata Asayişa Navdewletî alîkariya Hikumeta Sûriyê ji bo vegerandina wê parêzgehê bike.

Nûnerê Sûriyê li Netewên Yekgirtî diyar jî kir, çekdarên Desteya Tehrîr El-Şam welatiyên sivîl wek mertalên mirovî bikar tînin û tawanên cuda li wê parêzgehê pêktîn in.

 

 

 

C.B