35 sal di ser şerê çekdarî yê PKK û Tirkiyê re derbas dibe

Îro 35 sal ji ser şerê çekdariyê ya PKKyê ya li dijî dewleta Tirkiyê derbas dibe. PKK di agirbesta sala 1993an û di dema pêvajoya çareseriyê de nêzikê aştiyê bûbû ku şerê çekdariyê dawî were. Lê her du pêvajo jî ser neketin. Îro şerê PKKê û dewleta Tirkiyê berfirehtir bûye û gihiştiye ser sînorên Iraq û Sûriyê. Ji gef û daxuyaniyên aliyan wisa xuya dike ku şerê 35 salan a PKKê dê demeke din jî berdewam be.

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro 35 sal ji ser şerê çekdariyê ya PKKyê ya li dijî dewleta Tirkiyê derbas dibe. PKK di agirbesta sala 1993an û di dema pêvajoya çareseriyê de nêzikê aştiyê bûbû ku şerê çekdariyê dawî were. Lê her du pêvajo jî ser neketin. Îro şerê PKKê û dewleta Tirkiyê berfirehtir bûye û gihiştiye ser sînorên Iraq û Sûriyê. Ji gef û daxuyaniyên aliyan wisa xuya dike ku şerê 35 salan a PKKê dê demeke din jî berdewam be.

Di 15ê Tebaxa sala 1984an de li bajarokên Dihê û Şemzînanê PKK li dijî dewleta Tirkiyê dest bi şerê çekdariyê kir û ev şer 35 sal in berdewam e.

Di salên notî de bi dijwarbûna şerî dewleta Tirkiyê jî ket nav hewla çareserkirina pirsa Kurdî. Serokomarê wê demê Turgut Ozal gavek biwêrekî avêt û bi riya Sekreterê Giştî yê YNKyê Celal Talabanî daxwaza ragihandina agirbestê ji Serokê PKKê Abdullah Ocalan kir. Ocalan jî di Newroza 1993an de agirbestê ragihand. Piştî agirbestê mehek derbas nebû Turgut Ozal bi şêweyekî bigûman mir û li aliyê hikûmetê pêvajo wateya xwe winda kir. Li aliyê PKKê jî di 24ê Gulanê de bi kuştina 33 leşkerên bêçek pêvajo bi yekcarî têk çû û şer careke din destpê kir.

Di 15ê Sibata sala 1999an de bi girtina Ocalanî PKK şokek derbas kir. Ocalan dema hate girtin amedebûna xwe ji bo aşitiyê ragihand û ji bo vê armancê ji dayikên leşkerên ko di şerê PKKê de cane xwe ji dest dane, lêborîn jî xwest.Banga agirbestê li PKKê kir û herwiha xwest PKK hemî hêzên xwe ji sînorên Tirkiyê vekişîne. PKK banga Ocalanî pejirand û agirbestek yekalî ragihand. Lê ev pêvajo 5 sal berdewam kir û 1ê Hezîrana 2004an de PKK dawî li agirbesta yekalî anî û careke din dest bi şerî kir.

Lê hewlên aştiyê berdewam bû. Hikûmeta Tirkiyê di sala 2009an de di çarçoveya Vebûna Demokratîk de hin gavên erenî diavêt. Mirov dikare bibêje Vebûna Demokratîk bingeha pêvajoya çareseriyê bû. Di sala 2012an de jî berpirsên MÎTê û berpirsên PKKê li Osloyê kom dibûn.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan di 28ê meha Beçileya 2012an de eşkere kir, ew digel Abdullah Ocalanî hevdîtin dikin. Ev daxûyanî rojeva Tirkiyê hejand û haya raya giştî ji pêvajoyek bi navê aştiyê çêbû. Di newroza sala 2013an de Abdullah Ocalan careke din bang li PKKê kir ku hêzên xwe ji nav sînorên Tirkiyê derxe. Li ser vê bangê PKK agirbesta xwe ya 8emîn ragihand û vekişandina hêzên xwe qebûl kir.

Piştî 2 salên din di 28ê Sibatê de jî şandeya Îmraliyê û Şandeya Hikûmetê civiyan û peymaneke bi navê Dolmabahçeyê ragihandin. 10 xal hatin eşkerekirin û Ocalan got, divê PKK dest ji çekan berde.

Di Newroza 2015an de jî Rêberê PKKê dê diyar bikira: Êdî dema şerê çekdariyê bidawî hatiye û divê PKK Kongreya Çekdanînê lidar bixe. Lê PKK bi hinceta ku Tirkiye pabendî rêgezên pêvajoyê nabe û gavên pêwîst navêje daxwazên Ocalanî bicih nekir û di 11ê Tîrmehê de dawî li agirbestê anî. Di 17ê Tirmehê de Erdogan jî peymana Dolmabahçeyê nas nekir.

Piştî van daxuyaniyan di nava 5 rojan de li Pirsûsê teqîn çêbû 34 kes canê xwe ji dest dan. Li Serêkaniya Rihayê jî 2 polîs hatin kuştin û pêvajoya aştiyê jinişkave têk çû. Şer dîsa destpê kir û niha berê xwe daye ser sînorê Iraq û Sûriyê.

Ocalan çend rojan berî niha dîsa bang li hikûmeta Tirkiyê kir. Ew ji xwe bawer e û dikare şer bidawî bîne. Lê hikûmeta Tirkiyê li ser şer rijd e û dixwaze bikeve rojhilatê Firatê. PKK jî ji şerî re amade ye. Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê KCKê Cemîl Bayik di axaftina xwe ya dawî de behsa şerekî berfireh dikir.

Ji van daxuyaniyan diyar e, rewşa navçeyê dê aloztir bibe. Jixwe di bernameya hikûmeta Tirkiyê de jî tenê şer heye û çareserkirina pirsa Kurdî nîn e. Lewma mirov dikare bibêje şerê 35 salan a PKKê dê demeke dirêj berdewam be.