Îran: Amerika rast nabêje, diyaloga diplomasî naxwaze…

Rûhanî destnîşankir, ku bi vê pêngava xwe Amerika eşkere kir, ku bangewaziyên wan ên diyalog û diplomasiyê derew in

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî vajokirina dorpêçên nû ser Komara Islamî ya Îranê, bi taybet hemberî Rêberê Îranê Elî Xamaneyî û derdora wî, herweha ragihandina ku ev dorpêç dê Mhemed Cewad Zerîf jî bigrin nav xwe, Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî rexneyên tund li Amerika girtin.

Rûhanî destnîşankir, ku bi vê pêngava xwe Amerika eşkere kir, ku bangewaziyên wan ên diyalog û diplomasiyê derew in.

Herweha Rûhanî destnîşankir, ku Amerika di kiryarên xwe hemberî Îranê de diyar dike, ku bê çare ye.

 

 

C.B