Daxwaz ji Mesrûr Barzanî dihê kirin ku destên partîyan ji karûbarên hikumetê dûr bixe
K24- Dihok
Kestaî yên sinûrê parêzgeha Dihokê li ser pêkanîna kabîneya nû ya hikumeta Herêma Kurdistanê bi serokatîya Mesrûr Barzanî, dibêjin: Di evê rewşa niha de ku Kurdistan û navçe pê re dibuhire, Mesrûr Barzanî hejîtirîn kesayetîye bo postê serokwezîrê Herêma Kurdistanê, li gor wê yekê ku hem dûr bîn û hem jî xwedî biryare.
Herweha bi pêwîst dizanîn dest û berjewendîyên partîyan ji karûbarên hikumetê dû bixe.
Ji alîyek din ve, mamostayên Zanko û çavdêrên sîyasî li sinûrê parêzgeha Dihokê bi ûmêd ve li rola Mesrûr Barzanî û kabîneya nehema hikumeta Herêma Kurdistanê dinerin.
Herweha hêvî dixwazin, ew rola ku wî di warê tenahî ewlehîyê de heye; di vejîyandina û avedankirina Herêmê jî reng vede.