Tirkiyê: ji encama topbaran a mûşekên HSDê 7 kes mirin e û 113 kes jî birîndar bûn e.
K24- Hewlêr
Di encama topbaran a mûşekên HSDê bo ser baregehên leşkerî yên Hatayê û Kilîsê de, 7 kes mirin e û 113 kes jî birîndar bûn e.
Ligor medya Tirkiyê, HSD bi topan êriş birine ser baregehên leşkerî û hin top jî, di nav bajaran de, ketin e.
Leşkerên Tirkiyê, jiber şer liser sinorê Rojavayê Kurdistanê, gundên nezîk sinûr valakirin û dazanîn heta fermanek nediyar, nevegerin ser gundên xwe.
Di encama topbaranê de, li Navçeya Kaniya Xezalan, Serêkaniyê û Nisêbînê 9 kes birîndar bûn e.
Hikûmeta Tirkiyê, jiber şerê liser sinor navber daye hemû dibistan û xwendingehên navçeyê Merdînê.
Di pêvajoya tevgêra leşkerî de, HSD li Hatayê 60 li Kilisê jî, 34 muşek aresteyî hêzên leşkerî kirin e.
Di encam de, heta niha 7 kes mirin e û 113 kes birîndar bûn e.