Li Wanê şevbêreke helbesta Kurdî lidar ket

Li Wanê bi 3 helbestvanên Kurd re, bi xwendina helbestan û mûzîkê re şeveke hunerî hat lidarxistin.
kurdistan24.net

 

K24 – Wan

Li Wanê bi 3 helbestvanên Kurd re, bi xwendina helbestan û mûzîkê re şeveke hunerî hat lidarxistin. Şevbêrkiya mûzîk û helbestan bi beşdariyeke baş ya welatiyan jî derbas bû. Şeva ku li Navenda Çand û Hunerî Anka'yê hat lidarxistin de, hemû beşdaran bi kêfxweşî ji lidarxistina çalakiyên wiha behskirin.

Bi sê helbesvanên Kurd Sidîq Gorîcan, Yehya Omerî û Emerîkê Sidiqayê re û bi mûzîkên Kurdî, li Wanê şevbêrkiyeke xweş birêve çû. Di şevê de xwendina helbestan, lorîna bilûrê û gotina sitranên Kurdî, ji bo beşdaran kurte demeke xweş da derbas kirin.

Helbestvanê Kurd Sidîq Gorîcan ku li zaningeha Yuzuncu Yil ya Wanê jî li beşa Kurdî mamoste ye, ragihand ku lidarxistina şevên wiha hunerî bi xwera gelek encamên kêfxweşiyê peyda dikin.

Helbestvan Sidîk Gorîcan ji K24ê re got: "Hatina gel hev, meseleya esildanî jî ev e, dibêjin ya meseleya lidarxistina her çalakiyek, çalaki bi xwe nîn e û tiştên dî ne. Belê me helbt xwendin, sitran gotin lê di rastî de me hev û din dît, me motivasyon da hev. Ji ber vê jî çalakiyên wiha girîng in û divê bi berdewamî bên lidarxistin."

Pêşkêşvana şevê û xwedekara beşa zimanê Kurdî, Rozerîn Aydin jî anî ziman ku di lidarxistina şeveke wiha de cîh girtin, wê kelecanî kiriye û lê ji encamê jî kêfxweş e.

Endama Rêvebiriya Ankayê Rozerîn Aydin got: "Divê xebatên wiha zêdetir jî bên çêkirin. Çalakiyeke edebî bû û bi rastî şeveke gelek xweş bû. Helbest hatin xwendin, muzîkên Kurdî hetin gotin. Mirov hinekî diweste û ji ber em nû çalakiyên wiha dikin kelecanî bûn, lê şeveke xweş çêbû."

Di nav beşdarên şeva şevbêrkiyê de, xwendekarên beşa Kurdî ku ji başûrê Kurdistanê ne û li Zaningeha Wanê dixwînin jî hebûn. Şaho Zengî jî ku ji Hewlêrê ye û li Wanê dixwînê, bi kêşkefweşî ji şevê behs dike.

Xwendekar Şaho Zengî dibêje: "Mamoste Gorîcan mamosteyê me yê zaningehê ye, em jî hatin. Hêvîdarim çalakiyên wiha zêdetir li bakûrê Kurdistanê bên lidarxistin."

Rêvebirên Navenda Çand û Hunerî Anka jî ragihandin ku ewê çalakî û xebatên xwe yên li ser çand, huner û wêjeyê bidomînin.