Li Herêma Kurdistanê di 5 mehan de 185 kes di bûyerên çûnûhatinê de mirine

Bûyerên çûnûhatina otombîlan li Herêma Kurdistanê zêde bûne û di 5 mehên destpêka îsal de 185 kesan canê xwe jidest dane û 2150 kes jî birîndar bûne.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Bûyerên çûnûhatina otombîlan li Herêma Kurdistanê zêde bûne û di 5 mehên destpêka îsal de 185 kesan canê xwe jidest dane û 2150 kes jî birîndar bûne.

Peyvdarê Rêveberiya Giştî ya Çûnûhatinê ya Herêma Kurdstanê Es'ed Kerîm ji K24ê re ragihand, herçend e rê ne wek pêwîst in, lê beşeke mezin ji ajokaran pabendî rênimayên selametiyê û ajokariyê nabin û hişyariya ajokaran di asteke nizm de ye.

Es'ed Kerîm got: Li gor amarên 4 mehên îsal de zêdetir ji 700 hezar serpêçiyên çûnûhatina otombîlan hatine tomarkirin, li hember amarên sala bûrî ev amar gelekî zêde bûye, ku di 4 mehên sala bûrî de 500 hezar serpêçî hatibûn tomarkirin.

Li gor amarên Rêveberiya Giştî ya Çûnûhatinê ya Herêma Kurdistanê di 5 mehên destpêka îsal de 1750 bûyerên çûnûhatina otombîlan bûne, di wan bûyeran de 185 kesan canê xwe jidest dane û 2150 kes jî birêndar bûne.

Berî qeyrana darayî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê plan danîbû hemû riyên Herêma Kurdistanê bike autostrade, bi taybet riyên di navbera parêzgehan de, herçend e beşek ji wan ketine warê cibicîkirinê, lê ji ber qeyrana darayî ew proje hatine rawestandin.

 

 

S. B