Mesrûr Barzanî: Aramanca me Kurdistaneke bihêz û pêşkevîtî ye

K24- Hewlêr Mesrûr Barzanî, serok wezîrên Herêma Kurdistanê, di pişkeke gotara xwe de, ku taybet bû bi burîna 100 rojan bi ser karên kabîne ya nehem a Hikumeta Herêma Kurdistanê , ragehand: Me di destpêkê de gotîye ku me hikumetek divêt xizmeta xelkê bike, nekû bi vajî ve.

K24- Hewlêr

Mesrûr Barzanî, serok wezîrên Herêma Kurdistanê, di pişkeke gotara xwe de, ku taybet bû bi burîna 100 rojan bi ser karên kabîne ya nehem a Hikumeta Herêma Kurdistanê , ragehand: Me di destpêkê de gotîye ku me hikumetek divêt xizmeta xelkê bike, nekû bi vajî ve.

Serokê hikumetê, pişkek ji gotara xwe di hejmara taybet a xwe de, li tora civakîya Tiwîterê belav kirîye û têde, amaje bi weberhînana bîyanî dike li Herêma Kurdistanê û radigehîne: Gelel xelik hez dikin bihên Herêma Kurdistanê û weberhînanê bikin, Em jî sanahîkirnê bo wan dikîn. Hevdem jî pitşîvanîya weberhînana navxweyî jî dikîn.

Serokê wezîran amaje bi wê yekê jî dike, ku di 100 rojên karkirinê de destkevtên baş bi dest ve hatîne; lê hêj gelek kar jî maye, abûrî û dahata welat heyan niha piranîya wê girêdayî petrolê ye û kertên din hatîne feramoşkirin û piştguh xistî, lew yek ji kar û erkên me yên pêşîn, hemecorkirin a abprî û çavakanîyên dahat a Herêma Kurdistanê ye.

Tekez jî, ku êdî nabe pişta xwe bi yek çavakanîya dahatê girê bidîn. Armanca me Kurdistaneke bihêz û pêşkevtîye. Kurdistanek ku peywendîyeke hevseng a aştîyane li gel hevsûyên xwe hebe û cihê bawerîya civaka navdewletî be.

Got jî: Hun hejî hikuemteke kara û çalak in, ku nikare xizmeteke hejî pêşkeş bike. Em hemû hewlên xwe didîn bo xizmetkirina hewwe.

Tekez jî kirîye, hikumeta Herêma Kurdistanê, hikumeta tevaya hevwelatîyane, lew çaverê dikin hemû alîyên sîyasî yên Herêma Kurdistanê di bihêzkirina hikumetê de pişikdar bin, di karên baş de piştîvan bin û şaşîyan jî destnîşan bikin.