Ciwanekî Rojavayî li nêzîkî kampeke Duhokê mirî hate dîtin
K24 – Navenda Nûçeyan
Ciwanekî Rojavayê Kurdistanê û ligel malbata xwe li kampa Giwêlan ya parêzgeha Duhokê dimîne, ji 5 rojan ve winda bûbû, îro termê wî hate dîtin.
Muxtarê Kampa Giwêlan Dilovan Ebdî ji K24ê re ragihand, ciwanê 22 salî Dilşad Xelîl Omer ji roja 14ê vê mehê ve ji mala xwe derketibû û winda bûbû, îro termê wî dûrî kampê bi 10 K.M ji aliyê şivanan ve hat dîtin.
Muxtarê Kampê da zanîn, ji bo zanîna sedema mirinê û termê Dilşad bo Bijîşkê Dawerî ya Duhokê hate veguhastin.
Amaje bi wê jî kir, Dilşad Xelîl Omer berî ji malê derkeve bi çend rojan di rewşeke derûnî ya xirap de bû.
Dilovan Ebdî diyar kir, Dişlad Xelîl Omer ji bajarokê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê ye û çend sal in ligel malbata xwe koçberî Herêma Kurdistanê bûye.
Got jî, tê pêşbînîkirin termê wî li gora Giwêlan bi xakê bê spartin.
S. B