Gundiyên Elî Fero bicihkirina “Zinara Erebî” bibîr tînin

Piştî 45 salan ji bicîkirina projeya “Zinara Erebî” ku bi sedema wê hikûmeta Sûriyê bi sedên Hiktar zeviyên Kurdan radestî malbatên Ereb kirine, ta nuha xelkên gundê Elî Fero serhildana xwe bi bîr tînin, ku li hember hikûmeta Sûriyê rawestiyan û qurbanî ji bo zeviyên xwe danîn. Gundiyên Elî Fero dibêjin, hêviyên wan bi vegera zeviyên wan namirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Piştî 45 salan ji bicîkirina projeya “Zinara Erebî” ku bi sedema wê hikûmeta Sûriyê bi sedên Hiktar zeviyên Kurdan radestî malbatên Ereb kirine, ta nuha xelkên gundê Elî Fero serhildana xwe bi bîr tînin, ku li hember hikûmeta Sûriyê rawestiyan û qurbanî ji bo zeviyên xwe danîn. Gundiyên Elî Fero dibêjin, hêviyên wan bi vegera zeviyên wan namirin.

Her ku civateke wan li dar dikeve, xelkên gundê Elî Fero yê bi ser bajarê Amûdê ve, behsa serhildana xwe dikin û çawa bi dest û sîngên rût rûbrûyî tiving û guleyên leşkerên Sûriyê rawestiyan. Projeya Zinara Erebî di sala 1967an de dest pê kir, dema hikûmeta Sûriyê bi hezaran Hiktar zevî bi biryarekê kirin zeviyên dewletê. Xelkê gundê Elî Fero jî li hember biryarê derketin, lê hikûmeta Sûriyê bi hemû hêza xwe dest danî ser zeviyan û bi dehan gundî xistin zîndanê. Apê Mihemed Şerîf ku di wê demê de leşkeriya neçar di artêşa Sûriyê de dikir, tîne bîra xwe çawa zordarî li gundiyan dibû û çawa alîkariya wan kir, ku ji wir projeya Zinara Erebî hate amade kirin.

45 sal bi ser bicîkirina biryara Rêvrberiya Qutrî ya Partiya Beis a Sûriyê re derbas dibin, ku di sala 1974an de malbatên Ereb li herêmên Rojavayê Kurdistanê bicî kirin. Birîn û êşa destdayîna li ser xak û zeviyan di nava cotkar û gundiyan de jî ta nuha zindî dimînin.

Apê Ibrahîm di wê demê de 25 salî bû, tîne bîra xwe bê çawa artêşa Sûriyê bi çekên giran êrîşî gund kirin û zeviyên wan ji wan sitandin û di zîndanê de hatine eşkencekirin û ew bi pêkanîna şoreşekê tawanbar kirin. Ew yek bû destpêka bicîkirina zinara Erebî ku ta nuha cotkarên Kurd li ser hêviyên vegera zeviyên xwe dijîn.

Li ser pêşinyarên berpirsê Partiya Beis li parêzgeha Hesekê Mihemed Teleb Hilal, hikûmeta Sûriyê bêhtir ji 36 gundên sînorî li Rojavayê Kurdistanê dan nêzî 4 hezar malbatên Erebên Xemir yên ji deverên Reqa û gundewarên Helebê. Piştî 45 salan ji bicîkirina vê biryarê jî ta nuha dosya Zinara Erebî neketiye rojeva çareseriyê ne li cem rêjîma Sûriyê û ne jî li cem opozisyonê ku metirsiyên windabûna vê dosyê ne tenê cotkaran bê hêvî dike, lê belê çareseriya dosya xakeke Kurdî bê aso dihêle.