Biryara betalkirina festîvala ciwanan ya muzîkê bi nerazîbûn tê pêşwazîkirin

Festivala Ciwanan ya Herema Serhedê ku sala 2018'an de yekemîn car hatibû kirin, îsal ji aliyê parêzgariya Wanê ve hat betal kirin. Rêvebirên festivalê û geştiyarkarên Wanê, ji biryarê nerazîne û balê dikşînin ku ev biryara betalkirin û qedexekirinê zirarên mezin didin îmaj û rewşa bajêrê Wanê.

K24-Wan

Festivala Ciwanan ya Herema Serhedê ku sala 2018'an de yekemîn car hatibû kirin, îsal ji aliyê parêzgariya Wanê ve hat betal kirin. Rêvebirên festivalê û geştiyarkarên Wanê, ji biryarê nerazîne û balê dikşînin ku ev biryara betalkirin û qedexekirinê zirarên mezin didin îmaj û rewşa bajêrê Wanê. 

Festivala ciwanan ku ji aliyê Gezgîn-Festê (Festivala Gerok) ve, di sala 2018'an de, yekem car li Wanê jî hatibû lidarxistin û bi beşdariya hunermendên navdar, bi coş derbasbûbû, îsal ji aliyê parêzgariya Wanê ve hat betal kirin. Rêvebirên Gezgîn-Festê bi daxuyaniya nivîskî ragihandin ku wan neşiyaye berxwe bidin û dê kesên ku bilêtên festivalê kirîne mexdûr nekin.

Serokê Jura Yekîtiya Geştiyarkarên Turkiyeyê TURSAB'ê yê Herema Serhedê Cevdet Ozgokçe, ragihand ku ew wateyekî nadin, betalkirina fetivaleke wiha ji bo bajêr sûdbexş û bang û daxwaz ji rayedaran dike ku biryara xwe careke din di çav de derbas bikin, ji ber ku Wan hêjayî festivalên wisa bibandor û nevneteweyî ye.

Cevdet Ozgokçe (Serokê TURSAB'ê yê Wan û Serhedê) got:"Ez ji ber biryara betalkirinê gelek gemgînim. Ji ber ku em geştiyarkarên vê heremê, ji bo ku geştiyaran bikişînin, proje û xebatên curereng lidardixin û dema ku bi biryarên wiha, ev organizasyon tên betalkirin, bi her awayî bajêr jê bandorên neyînî dibîne. Ev festival sala borî, bi beşdariya teqrîben 85 hezar beşdaran derbas bû û ji bo Wanê hem danasineke baş, hem jî aboreyeke baş peyda bû. Tu pirsgirêk jî derneketibû. Divê hem rayedar, hem jî saziyên bajêr, piştgiriya berdewamiya hewldanên wiha bikin."

Parêzgariya Wanê sedema betalkirina festivalê, ji aliyê kompanya organîzetor ve pêkneanîna ewlehiyê û bicîhneanîna berpirsyariyan nîşan daye. Rêvebirên festivalê jî, radigihînin ku wan ji bo lidarxistinê hemû berpirsyariyên xwe bicîhanîne, lê dîsa jî neşiyane pêşî li betalkirinê bigirin.

Rêvebirê berê yê Jura Pişesazî û Bazirganiya Wanê VANTSO'yê û Geştiyarkar Mûrat Beyaz jî balê dikşîne ku çevakaniyên aborî yên Wanê sînorkirîne û heger ku festivalên wiha bên betal kirin jî, rê li ber çavkaniyên heyî jî tê girtin.

Mûrat Beyaz (Rêvebirê Haldî Turîzmê), got: "Sala borî festival çêkirin, festivaleke gelek başbû jî, bi hezaran gênc, bi hezaran mirov hatin Wanê. Dan û sitendin kirin, hatin-çûn û danasîna Wanê kirin. Lê îsal parêzgariyê betal kir. Dilê me jî şikandin yanî, emê festivalan nekin, emê geştiyaran neynin, emê çi bikin?! Wekî din çi heye ku li welatê me bê kirin, pişesazî tune ye, çandînî û ajalvanî tune ye, emê bi çi û çewa hilberîna aborî bikin?"

Karsaz û rêvebirên saziyên Wanê jî li ser betalkirina festivalê boçûnên xwe parvedikin û zêdetir jî ji betalkirina festivalê razî nîn in. Gezgîn-Fest li seranserê, cihanê festivalên bi vî rengî lidarixin û ji 250 milyonan zêdetir şopîner û beşdarên wan hene.