Amerîka derbarê Îranê dozekê li Rûsya dike

Îdara Amerîkî daxwaz ji Rûsya kir, ku rê ji firokeyên cengî yên Israîlî re veke, daku karibin bingehên Îranê li Sûrya bordûman bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Îdara Amerîkî daxwaz ji Rûsya kir, ku rê ji firokeyên cengî yên Israîlî re veke, daku karibin bingehên Îranê li Sûrya bordûman bikin.

Li gorî nûçeyeke ajansa Business Insider, şanderê Amerîka ji bo karûbarên Sûrya James jaffrey di kongirekî rojnamevanî de ragihand, ku Rûsya nermbûn daye xuyakirin derbarê bordûmankirina bingehên Îranê li Sûrya û got: Em hêvîdar in ew nermbûn berdewam be.

James jaffrey tekez kir, ku ew piştevaniya Israîl dikin ji bo rêgirtin li ber danîna sîstema mûşekên dûravêj ên Îranî li nav Sûrya.

Derbarê vekişîna hêzên biyanî ji Sûrya jaffrey got: Berî niha hêzên Rûsî li nav Sûryê hebûn, lewra ew venakişe, lê çar hêzên din ên serbazî niha li nav Sûryê ne, Israîl, Tirkiye, Îran û Amerîka û hemû operasyonan li nav Sûryê encam didin, vê yekê jî rewşeke metirsîdar peyda kiriye.

Navhatî derbarê alîkariyên Amerîka ji HSDê re û dilgiraniya Tirkiyê got, ji ber dilgiraniya Tirkiyê, me şandina çekan ji HSDê re sînordar kiriye, vê yekê jî operasyona li dijî DAIŞê giran kiriye.

N.O