Swîsre: Tirkiye yasayên navneteweyî binpê dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Hikûmeta Swîsreyê Tirkiyê bi binpêkirina yasayên navnetewî tohmetbar dike.
Wezîrê Derve ya Swîsreyê Ignazio Cassis di derbarê operasyona dagirkirina rojhilatê Firatê de dibêje, Tirkiye yasayên navnetewî bi tûndî binpê dike. Ew ji ber şerî dilgiran in û divê ji bo rawestandina wê hewl bidin.
Wezareta Derve ya Swîsreyê berî niha jî, bang li Neteweyên Yekgirtî kiribû, ko li rojhilatê Firatê pêvajoyek aştiyê bide destpêkirin.
C.B