Serok Barzanî pêşwazî li Konsulê Îmarata Yekgirtîya Erebî kir

Evro, Sêşembîyê, 3/12/2019 li Selahedîn, serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Ehmed Elzahirî, konsulê giştîyê Îmarata Yekgirtîya Erebî li Hewlêrê kir.

K24- Hewlêr

Evro, Sêşembîyê, 3/12/2019 li Selahedîn, serok Mesûd Barzanî pêşwazî kir li Ehmed Elzahirî, konsulê giştîyê Îmarata Yekgirtîya Erebî li Hewlêrê.

 Di dîdarê de, konsulê giştî yê Îmaratê li Hewlêrê, silavên Şêx Mehemed Bin Zayîd Al Nihyan, cihnişînê Ebûdebî bi sero Barzanî re ragehand û kureteyek ji alîkarîyên welatê xwe ji aware û penaberên Herêma Kurdistanê re, bo serok Barzanî behis kir. Tekez jî li ser wê yekê kir, ku welatê wî, berdewam dibe li ser alîkarîkirina aware û penaberan li Herêma Kurdistan û Îraqê.

 Rewşa sîyasî Îraqê, deverê, peywendîyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îmarata Erebî de tewereke dî ya kombûnê bû.