Aware yên Şengalê, baca milmilanê ya alîyên sîyasî didin..!

Berdewamiya jiyana dinav kampan de, bê alîkarî û xizmetguzarî ji serma zivistanê û germa havînê, awareyên Şingalê bêzar kirin e. Piştî çaverêkirina rizgarkirina Şingalê ji çekdarên DAIŞê, niha xelkê aware çaverê ne, milmilanên aliyên siyasî bi dawî werin, ji bo ku bikarin vegerin, ser cîh û warên xwe.

K24- Dihok

Dema ku wezîrê koç û koçberan yê Îraqê serdana kempên awareyan kirî li sinûrê parêzgeha Dihokê, çend soz dan ku kar bike bo baştirkitirkirina rewşa awareyan lê heya niha ti beerhemek ji sozên wî çîn nebûye û her ew kon û her ew jîyane.

Piranîya koîberên Îraqê vegerîyane cih û warên xwe, tenê xelkê Şengalê di 14 kempên awareyan de mane û hikumeta Îraqqê ti hewil nedaye bo baştirkirina rewşa wan.