Serok Barzanî serxweşiyê li malbata Meryem Qazî dike

Serok Barzanî bi boneya koça dawiyê ya nivîskara Rojhilatê Kurdistanê Meryem Qazî peyameke serxweşiyê arasteyî malbata wê kir û hevxemiya xwe bi wê boneyê ragihand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Barzanî bi boneya koça dawiyê ya nivîskara Rojhilatê Kurdistanê Meryem Qazî peyameke serxweşiyê arasteyî malbata wê kir û hevxemiya xwe bi wê boneyê ragihand.

Nivîskar Meryem Qazî roja 5ê vê mehê li Mehebadê koça dawiyê kiribû. Meryem Qazî, ji bilî nivîskariyê di warê mafên jinan de jî çalak bû û bo parastina mafên jinan gelek çalakiyên binix pêk anîbû.

Meryem Qazî di sala 1963an li Mehebadê jidayik bû, ji bilî ew ji malbata Pêşewa Qazî Mihemed e, nivîskar û çêroknivîs bû û rola wê ya berçav di çendîn berhemên edebî de hebû. Heyama 7 salan jî di kanela telefizyona Mehebadê de karê nûçesaziyê jî kiribû.

Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Nûçeya koça dawî ya nivîskar û rewşenbîra bi helwest û niştimanperwer xanima Meryema Qazî, em xemgîn kirin.

Li vê helkefta xemgîn da, pirse û serxweşiya xwe pêşkêşî malbata we ya têkoşer û hemû nivîskar û rewşenbîrên Kurdistan û Encûmena Edebî ya Mehabad û xelkê xweşdiviyê Mehabad û Mamosta û Xwendekarên Beşa Kurdî li Zanîngeha Kurdistanê - li Sine, dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.

Ji xwedayê mezin lava dikim ruh û giyana Meryem xanimê bi bihûşta fireh şad bike û sebir û dilnewayî yê bi hemû aliyek bide.”

 

S. B