Ji bo Kumkujiya Amûdê hîna ti lêpirsîn nehatiye kirin

Îro 6 sal bi ser Komkujiya Amûdê re derbas dibin, ku roja 27ê Hezîrana 2013an, asayişa Amûdê rûbirûyî xwepêşandanekê bû û di encamê de 6 welatiyên Kurd şehîd bûn.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro 6 sal bi ser Komkujiya Amûdê re derbas dibin, ku roja 27ê Hezîrana 2013an, asayişa Amûdê rûbirûyî xwepêşandanekê bû û di encamê de 6 welatiyên Kurd şehîd bûn û bi dehan kes jî birîndar bûn. Heta niha jî ti lêkolîn derbarê wê bûyerê de ji aliyê asayişê ve nehatiye kirin.

Di Hezîrana 2013 de asayşa li amûdê 3 ciwanên Kurd desteserkirin û piştî girtina wan xortan, xwepêşandan derketin û daxwaza serbestberdana wan kirin. Herweha hejmareke ji xortan dest bi girava birçîbûnê kirin û bêtir ji 10 rojan berdewam kir, wê demê asayş neçar bû xortekî tenê serbest berde.  Lê ew ciwanê ku hatî azadkirin li ser kiriyarên asayîşê bêdeng nema û behsa behsa serederiya xirab a asayşî di gel zîndaniyan kir û tevlî xwepşandnan bû.

Di wê rewşa aloz de di şeva 27 Hezîrana 2013an de xwepêşandaneke mezin li amûdê birêve çû û dirûşmên xwepêşanderan û bangên wan  li dijî asayşa Rêveberiya Xweser bûn.

Di gel berfrehbûna xwepêşandanê û bilindbûna dengê li dijî Rêveberiya Xweser, endamên asayşê bêdeng neman û gule bi xwepêşanderan de berdan û bi hêzeke mezin rûbirûyî xwepêşanderan bûn. 

Di encamê de 6 welatiyên Kurd şehîd bûn û bi dehan kesên din jî birîndar bûn. Piştî wê şevê jî, asayîşê qedexeya hatinûçûnê ragihand û daxwaz ji welatiyan kir şehîdên xwe bi bêdengî veşrin, da merasîmên bixakspatina wan jî nebin xwepêşandaneke din.