Shanahan: Me gefên êrîşkirinê yên Îranê li deverê rawestandin

Wezîrên Berevaniya Amerîka bi wekalet Patrick Shanahan eşkere kir, Washingtonê karî gefên Îranê ji bo êrîşkirina ser hêzên Amerîka li Rojhilata Navîn rawestîn e

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikumeta Amerîka eşkere dike, Waşington karî gefên Iranê bo êrîşkirina ser hêzên wan li Rojhilata Navîn rawestîn e.

Wezîrên Berevaniya Amerîka bi wekalet Patrick Shanahan eşkere kir, Washingtonê karî gefên Îranê ji bo êrîşkirina ser hêzên Amerîka li Rojhilata Navîn rawestîn e.

Herweha Wezîrê Berevaniya Amerîka ragehand jî, hîn gefên Îranê li navçeyê gelek metirsîdar in û nabe bên paşguh xistin.

Ji aliyekê din ve, Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo ragehand, egerek mezin heye ku êrîşên vê dawiyê yên li ser keştiyên petrolê li welatên Kendavê, Îran li pişt be, lê Pompeo Îran rasterast tometbar nekir.

 

 

C.B