Serok wezîrên Îraqê: Kar dikîn bo baştirkirina peywendîyên Îraq û Herêma Kurdistanê
K24- Hewlêr
Hemîd Elxizî bi nwênerînîya Adil Ebdulemhdî, serok wezîrê Îraqê, di rêrsmê sûndxwarina Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê de gotarek pêşkeş kir û pîrozbahîya serok wezîrên Îraqê bi serokê nûyê Herêmê û gelê Kurdistanê ragehand.
Hemîd Elxizî ragehand: Bi xweşhalî ve wek nwênerê serok wezîrên Îraqê pişikdarî di rêresmên sûndxwarina serokê Herêma Kurdistanê de kirîye û bivê boneyê ve jî pîrozbahîyê li gelê Kurdistanê dike. hevdem stayîşa hikumet û perlemana Herêma Kurdistanê kir di peyrewkirina demukrasîyê de, nemaze piştî wê hemû zulim û sitema ku ji alîyê rijêmên berê li wan hatîye kirin.
Xuya jî kir di hikumeta niha de kar dikin bo baştirkirina peywendîyan bi bicîkirina destûrê û çespandina aştîyê bi awayeka zêdetir û berê jî ev qebo li pêşîya Îraqîyan hebûn û bi ser wan re serkevtin.
Amaje bi wê yekê jî kir ku herdû alîyan Bexda û Hewlêrê çend qonaxên pêşkevtî birrîne bo baştirkirina peywendîyan û li ser asta herdû alîyan bi gotûbêjan peywendîyan zêdetir ber bi pêşve dibin.
Ragehand jî: Pêdivîye hemû alî Îraqê dûr bixin ji girjî û alozîyên zêdetir ku li deverê hene û welat î ber bi lêvarên aramî û tenahîyê ve bibin.
Di dawîyê jî de, hêvîya serkevtinê bo serokê nû yê Herêma Kurdistanê xwazt.