Kurdistan24 pêkhateya kabîneya nehema hikumeta Herêmê belav dike

Pêkhateya kabîne ya nehem, ji 22 wezaretan pêk dihê, serokê Firkisyona Partîya Demukrta Kurdistanê (PDK) Ûmêd Xoşnaw bi Kurdistan24 re ragehand: Ti danûstandin nemane di navbera alîyan de bo pêkanîna kabîneya nû ya hikumetê, tenê ew maye alîyên sîyasî Sîvîyên kandîdên xwe pêşkeş bikin.

K24- Hewlêr

Di kabîneya nehem de 8 wezaret ber bi PDK kevtîne. Dû wezaret jî ji pişka xwe bexşîne, wezaretek daye pêkhateyan û wezaretek jî daye Hizba Sosîyalîsta Kurdistanê ku PDK bi 45 kursîyan hêza yekê ye.

Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê (YNK) bi 21 Kursîyan 5 wezaret ber wê kevtîne û wezîrekê herêmê jî ji xwe re misoger kirîye ku di nav wan de dû wezaret serwerîne ew jî wezaretên Pêşmerge û pilandananê ne.

Bizava Gorranê jî ku xwedîya 12 kursîyên perlemanê ne , 4 wezîr û wezîrekê Herêmê para wê ye û di nav wan de jî wezareta Darayê ye ku wezareteka serwerîne û giringe.

Pêkahatên din jî bi wezaretekeka Herêmê pişikdar dibin û wezareta veguhaztinê  pişikdar dibin, ev ji bilî Hizba Sosyalîst ku di çar salên dahatî de wezareta Şehîdan li ba wandibe.

Mesrûr Barzanî, raspartîyê pêkanîna kabîneya nû ya hikumetê xîçkarîyên giştî yê kabîneya nehem encamdaye û çaverê Sîvîyên wan kesane ku ji alîyê partîyên wan dihên destnîşankirin bo wan postan. Çaverê dihê kirn di dawîya evê mehê de perlemana Kurdistanê kom bibe bo bawerîdanê bi pêkhateya kabîneya nû.