Tiramp beyannameyeke tund li dijî Tirkiyê belav dike

Serokê Emerîka, Donald Tiramp beynnameyek belav kir û têde behsê komeke sizayên tund dike bo ser Tirkiyê.

K24- Hewlêr

Serokê Emerîkayê, Donald Tiramp, di destpêka beyannameyê de ragehandîye ku sizayê berpirsên niha û yên berê yên Tirkiyê dide bi egera wê ne aramîya ku li bakûra Suriyê durist kirin.

Amaje bi wê yekê jî da ku bacê li ser kalayên Tirkye bi radeya %50 zêde dike  û danûstandinên bilindkirina asata baziragnîyê li gel Tirkiyê dê rawestîne.

Xuya jî kir ku ev sizayên hanê wan hemû wan kesan vedigere ku mafên mirob pêşêlkirine û bûne sedema awarebna xelkê.

Xuya jî kir ku ev sizayên hanê bi sê şewazan dibe:

  • Bi şêwaza sizayên darayî.
  • Bi şêwaza bilokkirina mal û samanan.
  • Rêgirtin ji geştkirina sizadayîyan bo Emerîkayê.

Serokê Emerîka di wê beyannameyê de behsaq leşkerkêşîya Tirkiyê dike û bi gef daye zanîn bo aştî û asayîş û aramîya deverê, ev ji bilî têkdana rewşa mirovî.

 Li ser çarenivîsa serbazên Emerîkayê, Tiramp ragehandîye, ku serbazên wan li rojhelata navîn dimînin û navegerin Emerîkayê, tenê cihên wan diguherin ji Suriyê bo bo ciheke din bo rêgirtin ji serheldana Daişê. Gotîeye jî li Suriyê hinek serbaz li bingeha Tenef dimînin.

Tiramp tekez jî kir ku Emerîka alîkar û piştîvanê Terorê li Suriyê sizayayên dijwar bi ser dide.

Di dawîyê de Tiramp hoşdarî dyaye ku abûrîya Tirkiyê bi temamî diherifîne heke li ser evan hêrişan berdewam be.