Ferman girtina Şaswar Ebdulwahîd derkevt

Dadgeha vekolîna Asayîşa Giştî fermana girtina Şaswar Ebdulwahîd, serokê Bizava Newey Nwê derxist.

K24- Hewlêr

Dadgeha vekolîna Asayîşa Giştî fermana girtina Şaswar Ebdulwahîd, serokê Bizava Newey Nwê derxist.

Ew ferman duhî. 14yê Eyarê 2019yê hatîye derkirin û giştîkirin û têde hatîye, rê hatîyedan û li ser hewe ye ku ev tuhemetbarê li jêrî navî wî hatîye û zanyarî li ser hatîye dan, bigirin û bidin dest dadgeha me, çunku li Rêvebrînîya Asayîşa Giştî sikala li ser wî hatîye tomarkirin.

Şaswar Ebdulwahîd, bi madde ya dû ji yasaya qedexekirina xirb bikaranîna alavên peywendîyê hatîye tuhmetbarkirin. Eger ew tuhemet li ser wî yek sax vebe, yasaya sizayê zîndanîyê ji şeş mehan heya 5 salan dibe. Yan jî cezaya yek milyon Dînar kêmtir nebe û ji pênc milyon Dînaran jî zêdetir neb, yan jî yek ji van dû sizayan dibe.

Yasaya qedexekirina xirab bikaranîna alavên peywendîyê li Herêma Kurdistanê. Bi yasaya hejmare (6) a sala 2008ê hatîye nasîn û ji heşt maddeyan pêkhatîye.