ENKS û PYD destpêkê daxwaza yekrêziya helwesta siyasî dikin

Berpirsa Têkiliyên Giştî yên PYDê radigihîne, Helwesta birêz Mesûd Barzanî ya ji bo yekrêziya Kurdî cihê rêzê ye û heger çi li milê PYDê bikeve, ew jê re amade ne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsa Têkiliyên Giştî yên PYDê radigihîne, Helwesta birêz Mesûd Barzanî ya ji bo yekrêziya Kurdî cihê rêzê ye û heger çi li milê PYDê bikeve, ew jê re amade ne.

Berpirsa Têkiliyên Giştî yên PYDê Cûlya Kurdo beşdarî bernameya “Rojev” a Kurdistan24ê bû û derbarê yekrêziya Kurdî û destpêşxeriya Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdê de ragihand, daxwazên ENKSê yên vekirina nivîsgehên xwe û diyarkirina çarenivîsa girtî û windakiriyan, ne girêdayî PYD ye, ji ber PYD wek partiyeke siyasî dixebite, ew pirs girêdayî hêzên asayişê ye.

Herwiha diyar kir: Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî amaje bi wê yekê kir, di pirsa girtî û windakiriyan de, pêwîst e komîtek bê avakirin. Vekirina nivîsgehên ENKSê jî girêdayî Rêveberiya Xweser e.

Kurdo ragihand jî, Rêveberiya Xweser, projeya herî pêşketî ye di hundirê Sûriyê de, heger projeyeke din li cem ENKSê hebe, yan têbînî û pêşniyazên wan li ser Rêveberiya Xweser hebin, ti astengî ji aliyê me ve nîn in ku wan pêşkêş bikin. Ji ber ku Rêveberiya Xweser ne tenê bi rengê PYDê ye û partiyên din jî cihê xwe tê de girtine.

Da zanîn jî, divê destpêkê yekrêzî di helwesta siyasî de bê avakirin, piştre li ser maseya danûstandinê, hemû mijarên din bêne guftûgokirin. Tabî di qonaxa bûrî de gelek şaştî çê bûn û tabî dê cihê rexneyê jî bin.

Berpirsa Têkiliyên Giştî yên PYDê amaje bi helwesta Serok Barzanî ya derbarê yekrêziya Kurdî de kir û got: Helwesta birêz Mesûd Barzanî cihê rêzê ye û em piştevaniya wî dikin, heger çi li milê me wek PYDê bikeve, em jê re amade ne.

Got jî: Ti mercên me wek PYDê nîn in ku bi ENKSê re danûstandinê bikin, ji ber ku doza me ew e, em mafên Kurd li kû derê be biparêzin û xwe wek îradeyeke siyasî xwe bidin naskirin, ne wek partî, belkû wek Kurd xwe bidin naskirin.

Ji aliyê xwe ve, Endamê Desteya Serokatî yê ENKS Nimet Dawud ku ew jî beşdarî bernameya “Rojevê” bûbû di wê derbarê de ragihand, aliyên siyasî yên navdewletî jî daxwaza yekrêziya Kurdî dikin. Di civîna dawiyê ya bi Şanderê Amerîka bo Dosya Sûriyê James Jeffery re, wî bi aşkere got, ew dixwazin yekrêziya di navbera ENKS û PYD/HSD de çê bibe. Berî salekê jî destpêşxeriya Fransî jî bo nêzîkirina di navbera aliyên Kurdî de hebû.

Tekez kir jî: Divê danûstandinên yekrêziyê di navbera ENKS û PYDê de wek du aliyên siyasî bên kirin. PYDê Rêveberiya Xweser li gor reng û baweriyên xwe ava kiriye û pêştir jî nakokiya me li ser vê xalê bû, ku Rêveberiya Xweser a aliyekî siyasî ye. Heger ENKS û PYD bigihin hevtêgihîştinekê, jixwe sazî û dezgehên hene dê bikevin rojevê.

Li ser destpêşxeriya Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdê, Dawud diyar kir: ENKSê bi daxuyaniyeke fermî destpêşxeriya Mezlûm Ebdî bi erênî nirxand û daxwaz kir, zemîneke libar û bawerî di navbera ENKS û PYDê de bê avakirin, ta danûstandin bê kirin. Her dema ew gav bêne avêtin, ENKS amade ye gavên pêwîst bavêje.

Nimet Dawud amaje bi wê da, divê destpêkê yekrêzî di helwesta siyasî ya PYD û ENKSê de hebe, heger yekrêziya siyasî nebe, yekrêziya giştî pêk nayê.

 

 

S. B