Artêşa Tirkiyê dest bi operasyona “Pençe 3” kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Arteşa Tikriyê piştî Xakurkê li Sînat û Haftanînê li dijî PKKê li Başûrê Kurdistanê operasyonek da destpêkirin û operasyona xwe wekî qonaxa sêyem binav kir.
Wezareta Bergîriyî ya Tirkiyê aşkere dike, îro li Heftanîn û Sînatê li dijî gerîlayên PKKê operasyonek nû hatiye destpêkirin û navê Operasyonê “Pençe 3” ye.
Diyar kir jî, armanca operasyonê tinekirina şikeft û stargehên PKKê ne û operasyon bi piştgiriya firoke û topên bi cûreya Firtina Obûs berdewam e.
Arteşa Tirkiyê di 27ê Gulana bûrî de li Xakurkê li dijî gerîlayên PKKê operasyoneke bi navê Pençe 1 dabû destpêkirin.
S. B