Pêşverû: Piştgîriyê li banga yekrêziyê ya Mezlûm Ebdî dikin

Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Ehmed Berekat radigihîne, ew piştgîriyê li banga Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Ehmed Berekat radigihîne, ew piştgîriyê li banga Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî dikin.

Endamê Polîtburoya Partiya Pêşverû Ehmed Berekat ji K24ê re diyar kir, ew civîna Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî bi ENKSê re erênî dibînin û got: Rewşa Rojavayê Kurdistanê hestiyar e û divê partiyên siyasî hemû nakokiyên xwe bidin aliyekî û li ser yekrêziya Kurd kar bikin. Yekrêziya me gerantiya hebûna me ye.

Herwiha got: Em rêkeftina HSD û artêşa Sûriyê bi navbênkariya Rûsyayê û belavbûna leşkerên artêşa Sûriyê li ser sînor gaveke baş dibînin.

Herwiha got: Divê tevgera Kurdî bi yekrêzî berê xwe bidin Şamê û bi serperiştiya Rûsyayê diyalogeke cidî bikin, ta ku em maf û herêmên xwe biparêzin.

Endamê Polîtburoya Partiya Pêşverû diyar kir jî, ew jî bi General Mezlûm Ebdî re civiyane û civîna wan erênî bû û ew piştgîriya banga wî ya yekrêziya aliyên siyasî yê Rpajavayê Kurdistanê wî dikin.

 

S. B