Li 2 deverên Colemêrgê çûnûhatin hat qedexekirin

Parêzgeriya Colemêrgê di çarçoveya operasyonên li dijî PKKê de li 2 deveran derketina derve qedexe kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parêzgeriya Colemêrgê di çarçoveya operasyonên li dijî PKKê de li 2 deveran derketina derve qedexe kir.

Parêzgeriya Colemêrgê ragihand, di nava sînorên bajarokên Şemzînan, Çêlê û Geverê de, li 2 herêman derketina derve ji 24ê Tebaxê heta 29ê Tebaxê, di çarçoveya şerê dijî gerîlayên PKKê de hatiye qedexekirin.

Parêzgeriya Colemêrgê daxwaz ji welatiyan jî kir, divê welatî pabendî hişyariyê bin.

Ev yek di demekê de ye, duhî li bajarokê Çêlê leşkerekî Tirkiyê di dema operasyonê de hatibû kuştin.

 

S. B