Pentagon: Mana hêzên Amerîkî rêgiriyê li êrîşa Tirkiyê nagire

Wezîrê Bervaniyê yê Amerîka ragihand, hebûna hêzên Amerîkî li Sûriyê rêgiriyê li opersyona Tirkiyê nagire.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Bervaniyê yê Amerîka ragihand, hebûna hêzên Amerîkî li Sûriyê rêgiriyê li opersyona Tirkiyê nagire.

Wezîrê Bervaniyê yê Amerîka (Pentagon) Mark Esper di hevdîtinekê bi tora “CBS” re ragihand, ew bi berpirsên Tirkiyê re axivîne û ji wan re zelal bûye, ku Tirkiyê li ser dagîrkirina rojhilatê çemê Firatê rijd e, tevî ku hêzên Amerîkî hebin jî.

Mark Esper got, heger hêzên Amerîkî li wê deverê mabin jî, Tirkiyê dê dest bi operasyona xwe kiriba.

Tekez kir jî, ew naxwazin tevlî şerekî nû li Rojhilata Navîn bibin û naxwazin tevlî şerê di navbera Tirkiye û Kurdan bibin, ku ev du sal in ew şer hev dikin.

Wezîrê Bervaniyê yê Amerîka duhî ragihandibû, Serokê Amerîka biryara vekişîna yek hezar leşkerên Amerîkî ji Sûriyê daye, lê em niha nikarin nexşerêyekê bo vekişandina wan deynin, ji ber ku rewş her dem di guhartinê de ye.

 

S. B