Sedî Pîre: PDK û YNK 15ê mehê li Silêmaniyê dicivin

Roja Înê Mektebên Siyasî yên Partî û Yekîtî bo pêkanîna kabîneya nû li Silêmaniyê dicivin

K24 – Navenda Nûçeyan

Roja Înê Mektebên Siyasî yên Partî û Yekîtî  bo pêkanîna kabîneya nû li Silêmaniyê dicivin.

Peyvdarê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê Sedî Ehmed Pîre ji medyaya fermî ya Partiya xwe re ragihandiye, ku biryar e roja Înê her du Mektebên Siyasî yên Partî û Yekîtî  bo pêkanîna kabîneya nû li Silêmaniyê bicivin

Sedî Ehmed Pîre tekez dike, ku armanc ji vê civînê danûstandin e liser projeyên siyasî û reşnivîsa rêkeftina dawî di navbera wan de.

Ev yek di demekê de ye, ku Îro Mekteba siyasî ya Yekîtî derbarê pêkanîna kabîneya nû û îmzekirina rêkeftina siyasî ligel Partî, civiya bû, û piştî civînê di daxuyaniyekê de ragehandibû, ku civîna roja 18ê Sibatê ya Parleman girêdayî îmzekirina rêkeftina di navbera Partî û Yekîtî de ye û ragihand jî, ku babetên Herêma Kurdistanê û Bexda û Kerkûk yek pakêc in.

 

 

C.B