YPG: Jinavbirina DAIŞê nayê wateya nemana gefa wê

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi boneya rizgarkirina Baxozê ji aliyê leşkerî ve ragihand, jinavbirina DAIŞê wek laşekî leşkerî û tundrewî nayê wateya nemana metirsiya wê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi boneya rizgarkirina Baxozê ji aliyê leşkerî ve ragihand, jinavbirina DAIŞê wek laşekî leşkerî û tundrewî nayê wateya nemana metirsiya wê.

Îro Berpirsê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mustefa Balî ji twittera xwe ve ragihand, “Baxoz hat rizgarkirin û serkeftina leşkerî bi ser DAIŞê de pêk hat.”

YPGê ku hêza sereke ya HSDê de ye, Fermandariya Giştî ya YPGê bi wê boneyê di daxuyaniyekê de ragihand, terora DAIŞê ne tenê li ser herêma me û Sûriyê gef bû, belkû gefek li ser tevahiya mirovahiyê bû.

YPGê hişyariya wê yek da, jinavbirina DAIŞê ji aliyê leşkerî ve, nayê wateya nemana metirsiya wê, ji ber ku hîna şanên wê yên nivistî yên terorî mane û li ser aramî û ewlehiya gelên me gef e, ji ber wê pêwîstî bi kedên navdewletî heye ji bo jinavbirina bîr û îdolojiya wê rêxistinê.

YPGê amaje bi wê yekê kir, serkeftina li ser DAIŞê dê bibe riyek ji bo çareseriya siyasî ji krîza Sûriyê re û gelê Sûriyê di aramî û ewlehiyê de bijî.

 

S. B