Rûsya hêzê dişîne Rimêlan û Dêrikê

Rûsya hêzeke mezin ya serbazî ji firokxaneya Qamişlo ber bi bajarokê Rimêlan û bajarê Dêrikê yên Rojavayê Kurdistanê ve birê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rûsya hêzeke mezin ya serbazî ji firokxaneya Qamişlo ber bi bajarokê Rimêlan û bajarê Dêrikê yên Rojavayê Kurdistanê ve birê kir.

Peyamnêrê K24ê li Qamişlo diyar kir, Rûsya hêzeke mezin ya serbazî ku ji nêzîkî 50 otombîl, zirîpoş, barhilgirên serbazî û topavêj pêk hatibû, ji ji firokxaneya Qamişlo ber bi bajarokê Rimêlan û bajarê Dêrikê yên Rojavayê Kurdistanê ve birê kir.

Pêştir û li gor rêkeftina Socî ya 22ê Cotmeha 2019an a di navbera Rûsya û Tirkiyê de û piştî vekişandina hêzên Amerîkî ji hin navçeyên sînorî, Rûsya hêzên xwe li Rojavayê Kurdistanê zêdetir kir û çendîn gerên çavdêriyê jî kirine.

Hebûna hêzên Rûsî berî êrîşa Tirkiyê ya 9ê Cotmeha 2019an li ser rojavayê Kurdistanê, li rojhilatê Firatê nebû, niha hejmarek xalên xwe li Eyn Îsa, Til Temir, Qamişlo û deverine din ava kirine.  

Duhî jî, Rûsyayê karwaneke serbazî ku ji 42 otombîlên serbazî, zirîpoş û barhilgir ji Minbicê ber bi Qamişlo ve birê kiribû.

  

S. B