Hevserokên şaredariyan Diyarbekir, Mêrdîn û Wanê ji kar hatin dûrxistin

Peyamnêrê K24ê li Diyarbekirê da zanîn, hikûmeta Tirkiyê bi tometa piştevanîkirina li terorê, hevserokên şaredariyên Diyarbekir, Wan û Mêrdînê ji kar hatin dûrxistin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyamnêrê K24ê li Diyarbekirê da zanîn, hikûmeta Tirkiyê bi tometa piştevanîkirina li terorê, hevserokên şaredariyên Diyarbekir, Wan û Mêrdînê ji kar hatin dûrxistin.

Peyamnêrê me amaje bi wê yekê jî kir, li şûna her sê hevserokên wan şaredariyan qeyûm hatine danîn.

Peyamnêrê K24ê li Diyarbekirê ronî kir, bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bi bihaneya bangeşeya bo terorê û hebûna çend dosyên lêpirsînê, her yek ji Hevşerdarê Bajarê Mezin ê Diyarbekirê Adnan Selçuk Mizraklî, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Hevşaredara Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan ji kar hatin dûrxistin.

Peyamnêrê me got jî, li derdora avahiya Şaredariyê berbendên polîs û hêzên ewlehiyê hatine danîn û hejmareke mezin ji polîsan li hundir û derdora şaredariyê hatine bicihkirin.

Hevserokê Şaredariya Diyarbekirê Adnan Mizraqlî dûrxistina hevserokên şaredariyan bi derbeyê û binpêkirina îradeya xelkê binav kir.

Mizraklî amaje da zanîn jî, îşev nêzîkî 100 kesî li Diyarbekirê hatine binçavkirin.

Hevşerdarê Bajarê Mezin ê Diyarbekirê got jî, di dema dawiyê axaftin li çareserkirina pirsgirêka Kurd tê kirin, ev gava hikûmeta Tirkiyê jî bersiva banga diyalogê ye.

Hikûmeta Tirkiyê li şûna wan hevşerdaran, erkê birêvebirina şaredariyan daye destê Parêzgarê Diyarbekirê Hasan Basri Guzeloglu, Parêzgarê Mêrdînê Mustafa Yaman û Parêzgarê Wanê Mehmet Amin Bîlmez.

 

.