Netewên Yekgirtî: Em piştevaniya helwesta Herêma Kurdistanê dikin

Nûneratiya Netewên Yekgirtî li Iraqê, derbarê êrîşên duh ên Îranê li dijî baregehên HDK û HDKÎ li Koya, daxuyaniyek belav kir û têde piştevaniya xwe ji helwesta Herêma Kurdistanê re ragihand.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Nûneratiya Netewên Yekgirtî li Iraqê, derbarê êrîşên duh ên Îranê li dijî baregehên HDK û HDKÎ li Koya, daxuyaniyek belav kir û têde piştevaniya xwe ji helwesta Herêma Kurdistanê re ragihand.

Herwiha Netewên Yekgirtî di daxuyaniya de got: Em daxwaz dikin ku hemû alî rêzê li serweriya axa Iraqê bigirin.

Eyad 'elawî  bombebarana ser herdû hizbên demokrat ji alyê îranê ve bi tûndî şermezar dke.

Îro jî serokê Hevpeymaniya El-Weteniye (Iyad Elawî) li ser Twitter a xwe, bordûmana Îranê li ser baregehên HDK û HDKÎ li Koya bi tundî şermezar kir.

Elawî nivîsiye: Ew destdirêjiya sitemkar a ku Îranê li Koya kiriye, cihê şermezariyê ye û pêwîst e helwesteke tind ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve hebe.

Herwiha Ewlawî dibêje: Mixabin destwerdanên derve di nav Iraqê de, gihiştine bilindtirîn ast û bi taybet di vê qunaxa hestyar de, ku pêwîstiya Iraqê bi helwesteke niştimanî heye, bi armanca ku biryara niştimanî parastî be.

N.O