Sûriye, Tirkiyê bi binpêkirina mafên mirovan tometbar dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Derve ya Sûriyê, Tirkiye bi binpêkirina mafên mirovan tometbar dike, û radighîne, ew dê di rûyê êrîşên dagîrkerane yên Tirkiyê rawestin.
Jêderek fermî ji Wezareta Derve ya Sûriyê ji Ajansa SANA ya Hikûmeta Sûriyê re ragihandiye, ku tevî rêkeftinên Astana û Soçî, Hikûmeta Tirkiyê û grûbên bi ser ve, di pêkanîna tawanan di derheqa gelê Sûriyê de berdewam in. Da zanîn, ku ev yek jî, binpêkirin e ji rêkeftin û yasayên navdewletî re.
Ew jêder, Serokomarê Tirkiyê Receb Tayib Erdogan bi kesayetiyek ji derveyî yasayê binav dike û daxwaz ji Civaka Navdewletî dike, ku rê liber tawanên, ku derheqa gelê Sûriyê têne kirin, bigrin. Herweha wî jêderî got, ku Hikûmeta Sûriyê ji bo parastina yekrêziya xaka Sûriyê, dê di rûyê êrîşên dagîrkeran e yên Tirkiyê de rawest e.
C.B