Li Dersimê, Fermandeyek û şeş leşkerên Tirik hatin kuştin
K24- Hewlêr
Li Bakurê Kurdistan Bajarê Dersimê, operasyona leşkerî li dijî Gerilayên PKKê berdewame, îro jî Fermandeyek leşkerî û Gerilayekê jiyana xwe winda kirin.
Li Bajarê Dersimê ku ev 3 roje operasyona leşkerî li dijî gerilayên PKKê hatiye destpê kirin, bi tevlê bûna balefirên şer û firokeyan ve, berdewame.
Parezgeriya Dersimê ragihand, di şer de, Fermandeyek Leşkerî yê bi nave Ferdican Altunkaş, hat kuştin û gerilayek jî, hatiye bê bandor kirin.
Di encama Operasyona Sê rojan ya Dersimê de, heta niha, 6 Leşkerên Tirkîye û 2 Gerilayên PKKê jiyana xwe winda kirine.