Komîteya deverên Kurdistanî yên derveyê Herêmê ragehandinek belav kir
K24- Hewlêr
Komîteya deverên Kurdistanî yên derveyê Herêmê di Perlemana Kurdistanê de ragehand, ev sal cotkarên Kurd dikarin dirûna berhemên xwe bikin û bi hîmeta hekîmaneya cenabê serok Barzanî şîyan rê bigirin ji pîlaneka dij bi cotkarên.
Di ragehandinê de hatîye, piştî wê hêrişa nexşe darijtî hatî encamdan bo ser zevîyên çandîyên cotkarên Kurd li Xaneqîn, Dubiz û gundên ser bi nahyeya Sergerran, ser bi parêzgeha Kerkûkê, komîteya me vekolîn ji wan pêngavên metrsîdar kir û bi hîmeta hekîmaneya cenabê serok Barzanî, ku zû ber bi hewara cotkaran ve hat, bi rûniştina komîteya me li gel cotkaran wan gundan û bilindkirina raportê bo alîyên peywendîdar, şîyayîn rê ji wê pîlanê bigirîn û bi fermanekê niha rê dihê dan ew cotkar dirûneya berhemên xwe bikin.
Herweha têde hatîye em soz didîn cotkaran ku bi lez û bi rêya yasayê mafên wan biparêzîn.
Di dawîya ragehandinê jî de, Komîteya Deverên Kurdistanî yên Derveyê Herêmê di Perlemana Kurdistnê de supasîya firakisyonên Kurdistanî li perlemana Îraqê kirîye kû alîkar û hevkarbûn bo daxwazîya komîteya wan.