Îran: Ti tirs li ser asayîşa sinûrên me nîne
K24- Hewlêr
Fermandeyê Pasevanên Sinûrên Komara Îslamîya Îranê, Emîd Qasim Rezayî ragehand, hatina girgemî ya serbazîya Emerîkayê bo ava kendavê tenê bo bilindkirina hureya serbazên wane.
Rezayî got jî: Em amadeyîne bo berevanîyê ji sinûrên xwe û ti tirs li ser asayîşa sinûrên Îranê nîne.
Herweha got jî: Bizava Emerîkayê li deverê ti bandor li ser hureya supa û hêzên Îranê durst nekirîye û ev bizava wan li ba me, henek û yarîne û ti giringîyek nîne.
Ev çend rojin, Emerîka berdewame li ser givaş xistine ser Îranê û hevdem hêzên deryayî û asmanî ber bi devera kendavê livandîne.